Berxwedana greva birçîbûnê ya li zîndanan di roja 233’an de dewam dike

Berxwedana girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Apo di roja 233’an de dewam dike.
Li aliyê din zextên li ser girtiyên siyasî jî roj bi roj zêde dibin.
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got ji bo çareseriyê ger gavek bê avêtin divê destpêkê tecrîda li Îmraliyê dawî bibe.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca azadiya Rêber APO û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 47’emîn, di roja 233’yemîn de dewam dike.

Çalakiya grevê ya li Mexmûrê di roja 212’emîn de ye

Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir,bi koma 107’an di roja 212’emîn de didome.

Çalakiya li Yewnanistanê di roja 195’emîn de ye

Çalakiya penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî 195 roj li pey xwe hiştin.

“Divê em xwedî li daxwazên girtiyan derkevin”

Semra Gumuşlu ya ku hevjînê wê Yaşar Gumuşlu li Girtîgeha Tîpa H ya Erziromê girtiye, bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û got;

Hevjînê min bi mirinê hatiye tehdîdkirin. Li hundir girtiyan mexdûr dikin li derve jî me mexdûr dikin.

Yekane daxwaza min sererastkirina şertên girtiyan e. Divê em xwedî li daxwazên girtiyan derkevin.”

Meral Daniş Beştaş: Gava yekem divê tecrîd bi dawî bibe

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku gotina çareseriyê ya Erdogan a li Amedê, hewldaneke ku ji bo girtina dengê Kurdane.

Meral diyar kir eger ji bo çareseriyê gavek bê avêtin divê ewilê berê xwe bidin Îmraîl û tecrîda dawî bikin û wiha domand:

“Eger gavek bê avêtin divê ewilê tecrîda li ser muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan bi dawî bike.

Divê hevserok, parlementer, siyasetmedarên me bên berdan.

Heta gavek şênber neyê avêtin, kes guh nade van gotinan.

Ebrû Gunay: Tecrîd, polîtîkaya şer û komkujiyan e

Rêxistina HDP ê ya Mêrdînê jî bi daxuyaniyekê tecrîd û binpêkirinên li zindanan şermzarkir û berxwedana çalakgeran silavkirin.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamentera bajêr Pero Dundar û gelek kes keşdarî civînê bûn.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay a di çalakiyê de axivî diyar kir ku tecrîd, polîtîkaya şer û komkûjiyan e û got;

Ji bo ku dengê Birêz Ocalan qût bikin, vê tecrîdê bi rêve dibin.

Daxwaza aştiyê ya Birêz Ocalan, daxwaza aştiyê ya hemû gelê Kurde.

Divê demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.”

Back to top button