20’ê Tîrmehê cejna Qûrbanê ye

Li Erebîstana Siûdî, Heciyan di nava tevdîrên li dijî vîrûsa Corona de rêûresmên ayînî pêk tînin.
Heciyên ku li Kabeyê ne tewafiya xwe ya despêkê pêk anîn.

Hecî li Kabeyê bi pêkanîna pîvanên parastina ji vîrûsê de dest bi tewafê kirin.

Di sala 2019’an de 2,5 milyon misilman ji bo Hecê beşdarî serdana Kabeyê dikirin.

Îsal ev jimar tenê bi 60 hezaran re sînordar ma.

Wezareta Umre û Hecê ya Erebîstana Siûdî di çarçoveya parastina ji vîrûsê de, li gelek cihan xalên kontrolê danîn.

Tevdîrên tenduristiyê jî di asta herî bilind de ye.

Hecî ji bo pêwistiyên xwe pêk bînin di gelek testên tenduristiyê re derbas dibin.

Beriya niha wezaretê ragihandin ku destûra Hecê ya îsal ji ber Covid-19 tenê ji 60 hezar kesên li welêt dijîn re sînordare.

Hate diyarkirin divê kesên ku dixwazin hecê bikin nexweşîyek wan a kevneşopî nebe, temenê wan di navbera 18-65 salî de be û derziya li dijî vîrûsê bikar anîbe.

Back to top button