Li bajarê Enqere yê Tirkiyê zêdetirî 20 kesan hatin binçav kirin

Vê sibehê li bajarê Enqerê yê Tirkiyê polîsan bi ser gelek malan de girtin, herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

Li Tirkiye û Bakurkê Kurdistanê perasyonên qirkirinê yên li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê dewam dikin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsên Tirk serê sibehê bi ser gelek malan de girtin.

Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

Di nava kesên hatin binçavkirin de parêzer jî hene.

Têkildarî hinceta lêpirsînê hîn agahî nehatin bidestxistin.

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.

Li 9 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31 kes hatin binçav kirin

Back to top button