Çeteyên dewleta Tirk du welatî li Efrînê revadin

Ji dema dagirkirina Efrînê û heya niha sûc û kiryarên hovane lê dewam dikin.
Dagirkeran 2 welatiyên din revandin û du mal jî firotin.

Malpera Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyên dewleta Tirk Şêxo Hemdî yê 55 salî bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xwser re kar kiriye revandin.

Li gorî Efrîn NEWS Hemdî ji navçeya Mebatayê ye û gelek nexweşiyên wî hene.

Li aliyê din çeteyan Hemûda Emîn ê 40 salî ji gundê Coqê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Çete mal û milkên Efrîniya difiroşin

Desteserkirin û firotina mal û milkên Efrîniyan jî dewam dike.

Li gorî Efrîn POST çeteyekî ji Xotaya Şamê mala Mihemed Mamo yê Efrînî bi 1500 dolarî firot çeteyekî din yê ji Idlibê.

Her wiha mala Leyla Omer ya li taxa Eşrefiyê jî bi 1700 dolarî hate firotin.

Çeteyan yek jê jineke ciwan sê welatî li Efrînê revandin

Back to top button