Rewşenbîrên Ereb piştgirî dan pêngava azadiyê a ji bo Rêber Apo

Hejmarake zêde ya rewşenbîr û siyasetmedarên li gelek welatên Ereb beşdarî pêngava Azadiyê ya navnetewî a ji bo Rêber Apo bûn.

Piştgiriya bi kampanyaya ku di asta cîhanê de ji bo azadiya Rêber Apo û Çareseriya Pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin zêde dibe.

28 rewşenbîr û siyasetmedarên ji Misir, Sûdan, Iraq, Yemen û Lîbyayê bi daxuyaniyekê beşdarî pêngava azadiyê ya ji bo Rêber Apo bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ew komek rewşenbîr, akademisyen û siyasetmedarên Ereb piştgiriyê didin pêngavê ya ku di 10′ê Cotmehê de li seranserî cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin.

Hate bibîrxistin ku Rêber Apo 25 sal in di nava tecrîdeke giran de ye û 3 sal in jî agahî jê nayê girtin û destûr nayê dayîn ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike û wiha hate gotin;

“Abdullah Ocalan ramyarekî girîng, mirovekî aştîxwaz, pêşengê jiyana hevbeş e.

Divê dewleta Tirk tecrîd, qirkirin û şerê li dijî Kurdan rawestîne. Divê deriyê girtîgeha Îmraliyê bê vekirin. Ji ber Ocalan kilîta çareserî, aştî û pêşerojê ye.”

Şêniyên Heremê: Komplo îro bi şêwazên cûda berdewam dike

Back to top button