Dagirkeran Til Rifat û gundên Şehba topbaran kirin

Tevahiya rojê dagirkeran, derdora Til Rifat û Şehba bi dijwarî topbaran kirin.
QSD’ê jî ragihand ku hêzên wan li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundewarê Eyn Îsayê çalakiyek kirin, lê hejmara kuştî û birîndarên dagirkeran nehat zanîn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê didomin.

Dagirkeran ji seatên sibehê ve derdora Til Rifat û gundên Şehba bi dijwarî topbaran kirin.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker welatiyên gundê Aqîbê û Bênê ku li nava zeviyên xwe zeytûn berhev dikirin, hedef girtin.

Li Gundê Soxanekê yê navçeya Şêrewa jî welatiyên ku zeytûn berhev dikirin û cihekî rejîmê a Soxanekê bi balafirên keşfê hatin hedefgirtin.

Hat ragihandin di van êrişan de tu windahî nebûn.

Lê di encama êrişa li dijî gundê Şêx îsa de, 3 leşkerên hikûmeta şamê birîndar bûn.

Di heman demê de gundê Hirbil, Til Cîcan û Til Medîq a Şehba jî hatin topbaran kirin.

Doh êvarê jî artêşa Tirk a dagirker gundê Aqîbê û Soxanekê yên navçeya Şêrawa û gundên Tinib, Merenaz, Elqemiyê, Malikiyê yên navçeya Şera ên Efrînê topbaran kirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li xeta til temirê jî berdewam dike.

QSD: Hêzên me li dijî baregeha dagirkeriya Tirk a li Eyn Îsa çalakî kirin

Êrişên dagirkeran bê bersiv nayên hiştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî çalakiyên bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da.

QSD’ê got, “11’ê Cotmehê hêzên me li dijî baregeha dewleta Tirk a dagirker a bi navê ‘Mezre’ ya li gundewarê Eyn îsayê çalakiyek kir.

Hejmara kuştî û birîndarên dagirkeran nehat zelak kirin.

Lê baregeheke leşkerî ya dagirkeran û pergala çavdêriyê ya kamereyan hatin rûxandin.”

Back to top button