‘Pirtûkxaneya rêbertiyê’ wê li 5 bajarên Swîsreyê bigere

‘Pirtûkaxaneya Rêbertî’ ya bi armanca nasandina paradîgmaya Rêber Ocalan ji Ewropiyan re hatibû organîzekirin, wê li 5 bajarên Swîsre bigerin..

Çalakiya ‘standa azadiyê’ ya ku li bajarê Lozanê ya Swîsreyê ji aliyê Kurdistaniyan ve di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de bi daxwaza pêkanîna azadiya Rêber Ocalan tê rêvebirîn, dikeve meha 5’an de.

‘Pirtûkaxaneya Rêbertî’ ya bi armanca nasandina paradîgmaya Rêber Ocalan ji Ewropiyan re hatibû organîzekirin, wê di navbera 26 û 31’ê Adarê de li Zurîh, Luzern, Solothûrn, Lozan û Cenevreyê bigere.

Ji 24’ê Mijdara 2021’an ve her roja Çarşemê ji aliyê endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve çalakiya standê tê lidarxistin.

Endama Navenda Civaka Kurd Denîz Karahan têkildarî çalakiyê axivî û got:

“Em bi çalakiya xwe ji Swîsreyan re diyar dikin ku divê Rêberê me azad bibe.

Her wiha em weke Meclîsa Gel di çarçoveya serlêdana ku ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hatiye destpêkirin de li dora standê îmzeyan kom dikin.”

Back to top button