Ciwanên Kerkûkê: Divê ciwanên Başûr li dijî dagirkeriya Tirk dakevin qadan

Li başûrê Kurdistan roj bi roj piştgiriya ji bo Pêngava Azadiyê ya ku KCK’ê 12’ê Îlonê de dabu destpêkirin zêdetir dibe.
Meclîsa Ciwanên Welatparêz a Kerkûkê, Rojnamevan û aktivîstên Helebceyê û Şêniyên Binarê Qendîlê bi daxuyaniyekê piştgirî dan Pêngava KCK’ê.
Aliyan di nirxandinê xwe de balkişandin li ser yekîtiya kurd û ji PDK daxwazkirin ku li hember dagirkeriya Tirkiyê xwedî helwest be.

Li başûrê Kurdistanê roj bi roj piştgiriya ji bo Pêngava Azadiyê ya ku KCK’ê 12’ê Îlonê de dabu destpêkirin zêdetir dibe.

Komek ji Meclîsa Ciwanên Welatparêz ê bajarê Kerkûkê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo pêngavê ragihandin.

Ciwana di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo dawî ji dagirkeriya Tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê bînîn û ji bo azadiya Rêber Ocalan ewê têkoşîna xwe bilintir bikin.

Meclîsê bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir da ku li dijî dagirkeriyê li her derê rabin ser piyan.

Welatiyên Helebcê: Divê hemû aliyên Başûr li dijî dagirkeriya Tirk rabin

Rojnamevan û aktivîstên Helebceyê piştgiriya xwe ji pêngava KCK’ê re nîşandan û diyarkirin ku divê li her derê Kurd xwedî li vê pêngavê derkevin.

Her wiha dan zanîn divê hemû pêkhateyên civakê li dijî dagirkeriya Tirk xwedî helwest bin û desthilata Başûrê Kurdistan jî êdî bêdeng nemîne.

Şêniyên Qendîlê: Rêya xilasbûna Kurdan ji dagirkeriyê, yekîtî ye

Şêniyên Binarê Qendîlê jî piştgirî dan pêngavê. Jina bi navê Amîne Ehmed diyar kir ku tevî şev û roj tên bombebaran kirin jî ewê ti carî xaka xwe bernedin.

Amîne Hemed bang li PDK’ê kir ku li hember êrîşên dewleta tirk xwedî helwest be.

Welatiyê bi navê Hesen Qendîl jî balkişand li ser girîngiya pêngavê û diyar kir ku ev pêngav li hember dagirkeran wê bibe wesîleya yekîtiyê.

Ciwanê bi navê Hesen Resûl jî diyar kir desthilata Herêmê li hemberî êrişan gelek bêhelwest e û bang li gelê Başûrê Kurdistanê û ciwanan kir ku li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabin.

Back to top button