DYE: DAIŞ dixwaze bi hezaran çeteyên li girtîgehên QSD’ê birevînin

DYE ragihandin ku DAIŞ dixwaze bi hezaran çeteyên li girtîgehên QSD’ê ne birevînin.

Di rûniştineke komîteya ewlekariya neteweyî de, li meclisa cîgirên Amerîkayê de, xeteriya DAIŞ’ê ket rojevê.

Rêveberê Navenda Niştimanî ya Amerîkî li dijî Terorê Christopher Miller, diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê tevî ku derb xwarine hîn jî li cîhanê “stratejiyeke êrîşkar a cîhanî” dimeşînin.

Li gorî Mîller, DAIŞ bandorê li ser 20 komên çekdar ku piraniya wan li parzemîn Efrîkayê ye dike.

Mîller bibîrxist ku tevî kuştina serçeteyên DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Baxdadî, êrîşên çeteyan nehatine rawestandin û bi taybetî bal kişand ser êrîşên li gelek welatên Efrîkayê.

Rêveberê Navenda Niştimanî ya Amerîkî li dijî Terorê destnîşan kir k armanca herî girîng a çeteyan bi hezaran çete û malbatên wan ên li bakur Sûrî girtî ne, birevînin.

Back to top button