Johnson: Dagirkirina Rûsya li Ûkrayan wê bi xwere felaketê bêne

Di qada dîplomasiyê de, jî tevgerek zêde heye. Serokwezîrê Îngilistanê Johnson li Kîevê careke din piştevaniya xwe ya bo Ûkrayna anî ziman û Rûsya bi hewildanên xêzkirina sînorên nû yên Ewropa tewambar kir. Serokê Rûsya Putin jî got, Ger Ûkrayna tevlî NATO bibe, dibe ku ew bi NATO yê re bikevin nava şer.

Di qada navnetewî de, Rûsya û Ûkrayna ji xwe re li hevalbendan digerin.

Rêveberiya Kîev her çiqasî pişta xwe dide, Ewropa lê heta niha bi vê yekê nekarîne zexta rakirina metirsiya êrişekî Rûsya bidawî bike.

Piştî serdanên rêveberên YE û Amerîka ji bo Kîevê, vê carê Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson berê xwe da Ûkrayna.

Boris Johnson ji aliyê Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky ve hate pêşwazîkirin.

Johnson di axaftina xwe de got, “Zêdetirî 100 hezar leşkerên Rûsyayê îro li ser sînorê we kom dibin. Dibe ku nîşaneya herî mezin a dijminatiya li hember Ûkraynayê pêk tê. Ev şandina potansiyel 30 hezar leşkerên ku Rûsya 2014’an ji bo dagirkirina Kirimê şandî jî di bin siya xwede hiştiye.”

Serokwezîrê Îngilistanê her wiha got: Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hewildide guhertina nexşeya ewlehiyê ya Ewropayê ji nû ve xêz bike. Leşkerên rûsî li ser sînorê Ukraynayê “xeterek zelal û heyî” ne.

Di rewşek êrişa Rûsya li ser Ûkrayna de wê di warê mirovî û siyasî de felaketê bixwere bîne.

Zelensky: Me rêyên Rûsya di bin kontrolê de bihêle gotûbêj kirin

Serokomarê Ûkraynayê Zelenskiy jî derbarê naveroka hevdîtina xwe ya li gel Johnson ev agahî da:

“Me bi Serokwezîr Johnson re rêyên ku Rûsya di bin kontrolê de bihêle gotûbêj kir.

Her wiha rêze gavên ji bo pêşîgirtina li êrîşên Rûsyayê hatin nirxandin.

Biryara hikûmeta Brîtanyayê ya ji bo bihêzkirina cezayên li dijî êrişên Rûsya dide nîşandan ku ew rewşê têdigihêjin.

Zelensky: Bi hezaran mûşekên li dijî tankan hatin radeskirin

Zelenskiy bal kişand ku ji bilî piştgiriya ku Îngiltereyê daye, bi hezaran muşekên dijî tankê jî ji hêla Hêza Hewayî ya Qraliyetê va radestî me hatine kirin û ev tişt anî ziman:

“Balafirên veguhestinê yên Hêza Hewayî bi hezaran muşekên modern ên dijî tankan radestî me kirine.

Divê em tiştekî bikin da ku axa xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin û bi vî awayî welatê xwe biparêzin.”

Putin: Ûkrayna bibe endamê NATO dibe ku em pêre şer bikin

Li aliyekî din, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî got,

Şer jî di nav de, em hêvî dike ku diyaloga li ser Ûkraynayê bidome da ku ji senaryoyên neyînî, dûr biekvin.

Putin di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ger Kîev bibe endamê NATO’yê û hewl bide Kirimê vegerîne, dibe ku di navbera Rûsya û NATO’yê de şer derkeve.

Back to top button