Dema dawî gelek alî hew didin bi armancgirtina Rêveberiya Xweser, fitne û tevliheviyê li herêmê derxînin. Li dijî van hewildanan, oldar û rûspiyên Helebê nerazîbûn nîşan dan. Rûspiyan diyar kirin ew hemû pêkhate yek in û tekez kirin ew ê li dijî van tevliheviyan bisekinin.