Emîne Omer: Derxistina dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî Rojeva me ya sereke ye

Di ser êriş û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re 2 sal derbas bûn..
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve, bi her awayî hovîtiyê li her du bajaran pêk tînin..
Hevseroka MSD’ê Emîne Umer bang li dewletên garantor kir ku li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk yên li herêmên dagirkirî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Dewleta Tirk a dagirker ji çaxa dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî, ango ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve, bi her awayî hovîtiyê li her du bajaran dimeşîne..

Sivîlan dikuje, direvîne, dişêlîne, talanê dike, demografiyê diguhêre û çeteyan li malên niştecihên resen bi cih dike..

Di encama êrişan de, zêdeyî 300 hezar sivîl koçber bûn..

Enstîtuya Lêkolînê “Wessling” a ku navenda wê li Swîsreyê ye, eşkere kiribû ku dewleta Tirk a dagirker li Serê Kaniyê li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar anîbûn..

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Emîne Omer got:

“Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî herêmên dagirkirî bi kar anîne.

Li gel me tesbîtên bikaranîna van çekan hene.

Lê tevî van tespît û belgeyan jî, civaka navdewletî bêdeng e.

Dewleta Tirk a dagirker dizane hesab jê nayê xwestin.

Ji ber vê yekê bi kêfa xwe sûcan li dijî sivîlan dike.

Em bangê li dewletên garantor dikin û sînorekî ji Tirkiyê re deyînin.”

Meclisa Sûriya Demokratîk “MSD” derveyî Sûriyê, her wiha li Ewrpoayê civîna der barê rewşa herêmên dagirkirî de li dar dixe..

Emîne got,

“Ji bo gotûbêjkirina aloziya Sûriyê civînek dê were lidarxistin.

Yek ji rojevên sereke yên vê civînê “herêmên dagirkirî” ye.

Her wiha derxistina dewleta Tirk a dagirker e.

Em digel opozîsyona Sûriyê li hev dikin û hewl didin bi rêya dîplomasiyê aloziya Sûriyê çareser bikin.”

Back to top button