Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star ên navçeya Til Birakê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo şahiyeke hunerî li Navenda Çand û Hunerê li dar xist.
Çalakiyên bi boneya rojbûna Rêber Apo dewam dikin.
Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star ên navçeya Til Birakê bi şahiyeke hunerî li Navenda Çand û Hunerê li dar xist.
Di şahiyê de endama Meclisa Malbata Şehîdan a navçeya Til Birakê Weid Elêwî soza şopandina fikrê Rêber Apo da û got:
“Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye û em ê heta pêkanîna serkeftinê têkoşîna xwe bidomînin.”
Weid Elêwî tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û berxwedana girtiyên di gireva birçîbûnê de jî silav kir.
Şahî bi gerandina govendên gelêrî yên kurdî û erebî bi dawî bû.