HPG: Li Şemzînanê 4 kontra hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker dewam dikin.
HPG’ê ragihand ku gerîla li Şemzînanê li dijî kontrayan, li Heftanînê jî li dijî leşkerên dagirker çalakî lidarxistin.
HPG’ê diyar kir li Şemzînanê 4 kontra hatin kuştin, li Heftanînê jî kozikek tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin.

Gerîlayên HPG’ê li bakur û başûrê Kurdistanê derb li ser derbê li artêşa Tirk ya dagirker didin. Di encama çalakiyên gerîlayan de artêşa dagirker windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla û êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 5’ê Mijdarê li qada Şehîd Kendal a herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Rojîn ji du baskan ve çalakî li dar xistin. Di encamê de kozikek dagirkeran tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin, derb li 2 kozikan hate xistin. Hejmara dagirkerên di encama vê çalakiyê de hatin cezakirin û yên birîndar bûn, nehate zelalkirin.

Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê’ de, hêzên me 4’ê Mijdarê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî kontrayên ku rêya navbera qereqolên Slort û Xapuşkê çêdikirin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 kontra hatin cezakirin, 2 kepçe û qemyonek hatin îmhakirin.

Bi rêya medya şerê taybet a ser bi dewleta Tirk a mêtinger nûçeyên derewîn hatin weşandin ku tê de îdîa kirin di vê bombebaranê de windahiyên me çêbûne. Ev nûçeyên ji bo xapandina raya giştî hatin çêkirin dûrî rastiyê ne. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî vegeriyan baregeha xwe.”

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî û da zanîn 5’ê Mijdarê derdora gundê Çemşerîtkê yê herêma Garê û qada Karker ya Herêma Zapê hatin bomberankirin.

HPG’ê diyar kir ji ber bombebaranê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button