Ciwnan li Hesekê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin

Li herêma Cizîr û Firatê, pîrozbahiyên salvegera 45. a damezirandina PKK’ê pêk hatin.
Di pîrozbahiyan de, girîngî û rola PKK’ê ya ji bo gelên herêmê hate vegotin.
Her wiha dem û cihê pîrozbahiyên li bakur û rojhilatê Sûrî bêne lidarxistin jî eşkere bû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî salvegera 45. a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK bi şahiyan tê pêşwazîkirin.

Bi vê boneyê li bajarê Hesekê şahiyek hat lidarxistin.

Salvegera damezrandina PKK’ê li gundên Kobanê hat pîrozkirin

Li navçêya Sirînê ya kantona Kobanê jî bi heman armancê şahiyek hat lidarxistin.

Şahî li navenda Çand û Hûnerê ya Sirînê bi amedebûna bi dahan kesan hat lidarxistin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Sirînê Şebo Elo axivî û ev roj li tevahî gelan û pêkhateyan pîroz kir.

Şehba Elo got:

Beriya derketina PKK’ê gelê Kurd ber bi tunebûnê ve diçû.

45 sale li ser damezrandinê re derbas dibe.

Di van 45 salan de, berxwedanî û têkoşîneke bêhempa hate meşandin.

Bi hezaran jî di oxira vê dozê de canê xwe feda kirin.

Em vê rojbûnê li tevahî neteweyan û li rêberê xwe pîroz dikin.”

Şahî bi gotina stran û gerandina govendê bi dawî bû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî wê li 17 navendan salvegera PKK’ê were pîrozkirin

Şahî û pîrozbahiyên girseyî, jî wê sibe li 17 navendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin.

Komîteya Amadekar ya şahiyan cih û dema pîrozbahiyan diyar kir.

Bernameyên pîrozbahiyê wê bi pêşengtiya Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên lidarxistin.

Li her bajarekê komîte hatine amadekirin û amadekarî bi dawî bûne.

Li herêma Cizîrê wê şahî di navbera saet 10:00 heta 16:00’an de li cihên rêveberên bajaran diyarkirî pêk were.

Li bajarê Kobanê wê şahî saet 12:00’an li qada Şehîd Egîd û li Tebqayê jî saet 15:00`an li stada Yekitiya Werzîşê pêk were.

Li Şehbayê jî saet 14:00`an li Kampa Serdem û li Heleb jî saet 13:00`an li hola Star Layt a li herêma Şiqêf a taxa Şêxmeqsûdê wê şahî pêk bê.

Komîteya Amadekar bang li herkesî kir ku beşdarî şahiyan bibin.

Back to top button