Li Kurdistanê yek ji cihê ku herî xweş li hilatina rojê tê temaşekirin çiyayê Nemrûd e.
Her roj bi sedan kes diçin serê Nemrûd û li hilatina rojê temaşe dikin.
Çiyayê Nemrûdê ku li bajarê Samsûrê yê Bakurê Kurdistanê ye, di Lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê UNESCO de cih digire.
Kesên ku piştî meşek dûr û zehmet xwe digihînin navsera çiyê, berbanga sibê temaşeyî dîmenên bêhempa yên hilatina rojê dikin.