KNK ENCAMNAMEYA KONFERANSA LI SER BÎR Û RAMANÊN OCALAN EŞKERE KIR

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê li Brukselê konferansek ji bo bîr û ramanên Rêber Ocalan li dar xist. KNK’ê bi daxuyaniyekê encamnameya vê konferansê eşkere kir û got; Divê berxwedana greva birçîbûnê bi serkeftinê were tacîdar kirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), 20’ê Nîsanê li Zanîngeha Brukselê konferansek li darxist.

Konferans bi slogana “Di sala 21’emîn ya esaretê de bîr û ramanên Abdullah Ocalan, alternatîfek ji bo pirsgirêkên siyasî û civakî” pêk anî.

Di çarçoveya konferansê de 3 panel hatin çêkirin.

1. Derbarê yekîtîya neteweyî ya gelên Kurdistanê,

2. Neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk.

3. Zanista nûjen û Jineolojî bû.

KNK’ê bi daxuyaniyekê encamnameya konferansê eşkere kir.

Hin ji xalên encamnameyê weha ne.

– Kurdistan di duryaneke dîrokî û kaotîk re derbas dibe. Gelên Kurdistanê bi saya bîr û ramanên Birêz Ocalan bi rêya pêşxistina Yekitiya Navxweyî û li hevcivandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dikare destketiyên xwe bi azadiyê tacîdar bike.

– Ji bo bipêşxistina Yekîtiya Neteweyî pêwîst e ku ji dîn û baweriyê heta bi dîrok û felsefeyê gelê Kurd xwe ji hînbûn û ji ferzkirinên dagirkerên welatê xwe, xwe rizgar bike û di çarçove û perspektîfa ‘Civaknasiya Azadiyê’ de hişmendiya xwe ji nûve ava bike.

– Di mijara Yekîtiya Neteweyî de yek ji xala esasî parastina rewa ya gel û welat e.

– Modernîteya kapîtalîst tevî sazûmaniyên xwe yên kevneperest di nav xetimandineke mezin de ye. Paradîgmaya Birêz Ocalan ya Neteweya Demokratîk jiyana hevbeş ya hemî pêkhateyan pêşdixe û misoger dike. Mînaka wê jî tecrûbeya li Bakur û Rojhilatê Sûrî.

– Birêz Ocalan bîr û ramanên xwe li ser bîrdoziya azadiya jinan bi pêş dixe û diyar dike ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Di vê çarçovê de di hemî qadên jiyanê de xwe birêxistinkirina jinan, di heman demê de civakê jî vedigerîne ser xeta wê ya esasî, ango xeta exlaqî û polîtîk.

– Beşdarên konferansê hemfikir in ku kesateyeke weke Birêz Ocalan bi bîr û baweriya xwe ji gelan re bûye hêvî, nabe ku di şertên esaretê de were girtin.

– Beşdarên konferansê hemfikr in ku divê berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê were mezinkirin û pêngava “Em ê tecrîdê bişkênin, faşîzmê birûxînin û Kurdistanê azad bikin”, bi serkeftinê were biencamkirin.

– Beşdarên konferansê bang li hêzên demokrasiyê yên cîhanê dikin ku mil bidin milê gelên Kurdistanê da ku ev neheqiya li ser birêz Ocalan bidawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button