Artêşa Nîjeryayê bi balafirên bê mirov 85 sivîl qetil kir

Hate ragihandin ku li eyaleta Kadûna ya li bakur-rojavayê Nîjeryayê, roja Yekşemê balafireke bêmirov a bombebarkirî ya artêşê li gundekî ‘bi şaşitî’ herî kêm 85 sivîl qetil kiriye.

Ajansa Rêveberiya Rewşa Lezgîn a Neteweyî (Nema) ragihand ku balafireke bêmirov a bombebarkirî ya artêşa Nîjeryayê ‘bi şaşitî’ bombe li gundiyan barandiye.

Serokê dewlet Bola Ahmed Tînûbû piştî mikurhatina artêşa Nîjeryayê ferman da ku lêpirsînek bê destpêkirin.

Artêşê li ser hejmara qurbaniyan bîlanço neda, lê belê şêniyên herêmê diyar kirin ku piraniya kesên hatine kuştin jin û zarok bûn.

Di daxuyaniya Nema de hate gotin, “Rayedarên xwecihî yên Ofîsa Herêma Bakur Rojava ragihandin ku heta niha 85 cenaze hatine veşartin, lê belê karê lêgerînê hîn jî dewam dike.”

Hate ragihandin ku 66 kes li nexweşxaneyan têne dermankirin û rayedaran rewşa lezgîn ji bo aloziyê kêm bikin û xwe bigihînin gund, hevdîtinê bi rûspiyên herêmê re dikin.

Hêzên çekdar ên Nîjeryayê 14 sal in li bakurrojava û bakurrojhilatê welêt li dijî milîsên ku weke ‘eşqiya’ pênase dikin, têdikoşin û gelek caran êrîşên hewayî dikin.

Back to top button