Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Moskow e

Li Îranê trafîkên dîplomasiyê di demên dawî de zêde dibe.
Îran aliyekî rewşa xwe yê aboriyê ku ji hêla Amerîkayê ve amborgo li ser tê ferzkirin derbas bike.
Li aliyek din jî şerê li Rojhilata Navîn diqewime bi taybet şerê Îsraîl-Hemasê ji bo xwe firsendeyan ava bike.
Wê di 7’ê Kanunê de serokkomarê Îranê Seyîd Îbrahîm Reîsî, li ser vexwendinek fermî ya serokê Rusyayê Vladimir Putîn, serdana Rusyayê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan ji bo ku tevlî civîna salane ya wezîrên derve yên welatên deryaya Xezerê bibe, çû paytexta Rusya Moskovayê.

Li gorî medya Îranê Hisên Emîr ji aliyê balyozê Îranê yê Moskovayê û rayedarên Rûsyayê ve hatiye pêşwazîkirin.

Tê payîn civîna salane ya wezîrên karên derve yên welatên deryaya Xezerê îro bi tevlîbûna wezîrên karên derve yên Îran, Rusya, Kazakistan Azerbaycan û Tirkmenistanê bê lidarxistin.

Li gorî heman çavkaniyê wê di civînê de mijarên ewlekarî, peywendiyên aborî, bazirganî, enerjî, veguhestina deryayî û çend mijarên din werin destgirtin.

Hêjayî gotinê ye piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê, welatên deryaya Xezerê Rûsya, Îran, Kazakistan, Tirkmenistan û Azerbaycanê ji bo diyarkirina statuya Xezerê dest bi danûstandinan kirin.

Serokkomarê Îranê wê serdana Rûsyayê bike

Her wiha serokkomarê Îranê Seyîd Îbrahîm Reîsî li ser vexwendina serokê Rusyayê Vladimir Putîn, wê serdana Rusyayê bike.

Li gorî medya Îranê wê di 7’ê Kanunê de serokkomarê Îranê Seyîd Îbrahîm Reîsî, li ser vexwendinek fermî ya serokê Rusyayê Vladimir Putîn, serdana Rusyayê bike.

Tê gotin wê bi Reîsî re şandeyek siyasî û aborî jî hebe.

Li gorî heman çavkaniyê wê Reîsî û Putîn di hevdîtinê de rewşa li herêmê, bi taybet şerê Hamas-Îsraîlê û mijara aboriyê bigirin dest.

Back to top button