Dezgeha Lûtke: Destdirêjiya zayendî li koçberan tê kirin

Rewşa koçber û penaberên ku diçin Yewnanîstanê rewşa wan a jiyanî her ku diçe xera dibe.
Dezgeha Lûtke ya ji bo karûbarên koçber û penaberan, ragihand ku koçberên digihin Yewnanistanê, rubiruyî tundûtujiyê tên, bi neçarî cilên xwe ji ber xwe dikin û destdirêjiya zayendî li wan tê kirin.
Her wiha Dezgeha Lûtke ya ji bo karûbarên koçber û penaberan, ragihand îsal li gor sala borî çûna koçberan a ji bo Yewnanîstanê bi rêjeya ji sedî 254,4 zêde bûye.

Dezgeha Lûtke ya ji bo kar û barê koçber û penaberan, derbarê rewşa koçberên xwe digihin xaka Yunanistanê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê koçberên xwe digihînin Yewnanistanê, rubirûyî tundûtujiyê tên, herwiha bi darê zorê cilên xwe ji ber xwe dikin.

Di dewama daxuyaniya dezgehê de tê gotin;

“Rêyek din ya metirsiyê jî ewe ku danûstandinek ne mirovane ji aliyê xelkê welat yan jî hêzên ewlekariyê yên ser wî welatî ve li beramberî koçberan tê kirine.

Koçberên ku li Yunanistanê dixwazin xwe bigihînin Ewrupayê dibêjin, di dema vegera ji bo Tirkiyeyê de, kesên bi maske destdirêjiya zayendî li wan dikin.”

Dezgeha Lûtke: Li gor par çûna koçberan a Yewnanîstanê zêde bûye

Li aliyek din Dezgeha Lûtke ya ji bo karûbarên koçber û penaberan, amarên nû li ser çûna penaberan a ji bo Yewnanîstanê eşkere kir.

Dezgeha Lûtke eşkere kir îsal hatina koçberan a ji bo gravên Yewnanîstanê li gor sala borî bi rêjeya ji sedî 254,4 zêde bûye.

Her wiha diyar kir di pênc mehên borî de zêdetirî 14 hezar kes di deryaya Ege de ji aliyê hêzên Yewnanîstanê ve ji bo Tirkiyê hatine vegerandin.

Dezgeha Lûtke eşkere kir ku di demsala Zivistanê de ji ber bilindbûna pêlên deryayê koça welatiyan di demên dawî de kêm dibe.

Back to top button