Tirkiye li Cîhanê bûye welatekî zîndanan

Yek ji qadên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd girtîgeh in.
Li zîndanên Tirkiyê ji ber ku qala nasname û azadiya gelê Kurd kirine nêzî 50 hezar kes dîl girtî ne.
Dewleta Tirk jî her cure zext û pêkanînên li dijî qanûn û pîvanên mirovî û navnetewî li ser girtîgehan pêk tîne.
Girtiyên azadiyê ji 27’ê Mijdarê ve ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd di gireva birçîbûnê de ne.

Li cihanê Tirkiye weke welatekî girtîgehan tê bi navkirin.

Li gorî daneyên wezareta edaletê ya Tirkiyê a di meha Çileya 2023’an de hejmara girtiyan nêzî 350 hezarî ye.

Ji wan nêzî 45 hezar girtiyên siyasî ne.

Lê di zîndanên Tirkiyê de cih tenê têra 290 hezar kesan dike.

Bi deh hezaran Kurd zêdeyî 30 sal in bê sûc di girtîgehan de ne

Girtiyên siyasî jî pirraniya wan Kurd in û ji doza PKK’ê hatine girtin. Ji wan bi hezaran kes zêdeyî 30 sal in di girtîgehan de ne.

Sedema girtinê jî tenê ji ber daxwaza mafê azadiyê kirine.

‘Berxwedan jiyan e’ a Mazlûm Dogan bi serket

Gelê Kurd hê di berxwedana mezin ya li zîndana Amedê ya salên 1980 de bi serket û faşîzm têk bir.

Berxwedana bi pêşengiya Mazlûm Dogan bi dirûşmeya “BERXWEDAN JIYAN E” bi serket.

Li zîndana Amedê siyaseta teslîm girtinê û faşîzm hat pûçkirin û planên tasfiye kirina tevgera azadiyê jî hat têk birin.

Ji salên 1980 ve yek ji qadên têkoşîn û berxwedanê ya doza gelê Kurd qadên zîndanan e.

45 salin li zîndanan li dijî faşîzm û qirkirinê li ber xwe didin

45 sal in li dijî kiryarên dij mirovî yên li zindanan, li dijî êrişên qirkirinê ên li ser gelê Kurd û hwd, heta niha gelek caran li zîndanan çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê pêk hatine.

Di van çalakiyan de bi dehan girtiyên azadiyê şehîd bûne û di encamê de jî berxwedan bi serketiye.

Di dîroka berxwedana zîndanan de rûpelek nû

Bi dîlgirtina Rêber Apo ya di encama komploya navnetewî de jî, li berxwedana zîndanan rûpeleke nû hate vekirin.

Rêber Apo 25 sal in li girtîgeha yek kesî ya li Girava Îmraliyê di nava tecrîdeke mezin de tê girtin.

Di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd yê ku doza nasname û azadiya xwe dike, faşîzm û siyaseta qirkirinê tê meşandin.

Li dijî vê yekê jî li zîndanan berxwedaneke mezin tê meşandin.

2012-2019’an li dijî tecrîdê bi hezaran kes ketin rojiya mirinê

12’ê Îlona 2012’an jî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo li 58 girtîgehan, girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi çalakiyên gireva birçîbûnê û rojiya mirinê kiribûn.

Van çalakiyên ku zêdeyî 2 mehan dewam kirin li ser banga Rêber Apo hatin bidawîkirin.

Li dijî berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Apo di sala 2019’an de jî bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven bi hezaran girtiyan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê û rojiya mirinê kirin.

Vê çalakiya ku li qada navnetewî de deng veda, piştî 200 roj dîsa li ser banga Rêber Apo hate bi dawîkirin.

Bi hezaran girtiyên azadiyê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin

Lê dewleta Tirk siyaseta qirkirinê û tecrîdê bi israr dewam dike.

Herî dawî ji 25’ê Adara 2021’an û pêde ji Rêber Apo agahî nayên girtin û vê yekê jî rê li ber fikar û nerazîbûneke mezin vekiriye.

Di çarçoveya Pêngava navnetewî a ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd de, li zîndanên Tirkiyê careke din bi hezaran girtiyên azadiyê ji 27’ê Mijdarê ve dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirine.

Back to top button