Girtiyên PKK û PAJK ji bo azadiya Rêber Apo sibe dest bi grevê dikin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo azadiyê Rêber Apo sibê dest bi grêva birçîbûnê dikin.
Ev yek bi daxuyaniyekê hate ragihandin.
Girtiytan diyar kirin ku tecrîd di şexsê Rêber Apo de li hemberî hemû gelan hatiye kirin û bang li her kesî kirin beşdarî pêngavê bibin.
Greva ku 27’ê Mijdarê despê dike, wê heta 15’ê Sibata 2024’an bi rengê dorveger dewam bike.

Di navbera 27’ê Mijdarê û 15’ê Sibatê de girtiyên PKK û PAJK’ê wê bi greva birçîbûnê ya dorveger tevlî pêngava ji bo azadiya Rêber Apo bibin.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya bi daxuyaniyekê ev yek ragihand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo tê meşandin hate kirin û wiha hate gotin;

“Heta ev tecrîd û dîlgirtina li Îmraliyê dewam bike em ê zanibin komploya navdewletî dewam dike. Bi dîlgirtina Rêber Apo re pêngaveke stratejîk li ser Rojhilata Navîn hate kirin ku ev rastî bi pratîka 25 salên dawî hîn bi şênberî tê dîtin. Lewma êşa herî giran bi serê Kurdan bê jî, êrîşa li dijî Rêber Apo bi esasî li hemberî fikrê demokratîk a Rojhilata Navîn bû.

Hate diyar kirin paradigmaya Rêber Apo destwerdaneke xurt a li hemû lîstikên desthilatdarîperest bû û wiha dewam kir:

Fikrê Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk a Rêber Apo hêvî û pratîka jinûve avakirina jiyanê ye. Di vê pêvajoyê de, destwerdana ji bo dîzaynkirina herêmê zêde bûye, armanca girtina deriyê Îmraliyê diyar e.

Girtiyên PKK û PAJK: Em bang li her kesî dikin ku tevlî çalakiyê bibin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê anîn ziman tecrîd di şexsê Rêber Apo de li hemberî gelan hemûyan hatiye kirin û ev bang hate kirin:

Li her qadê bi rêbazên afirîner, bi ruh, fikir û her cûre çalakiyan beşdarî kampanyaya ji Rêber Apo re azadî bibin. Em bi fîzîkî tecrîdkirî jî bin em dixwazin ku zanibin em bi hemû hebûna xwe bi we re ne.

Hate destnîşan kirin ku girtiyên nexweş, extiyar û yên cezayê wan du sal maye wê tevlî çalakiyê nebin.

Her wiha bang hate kirin ku di pêvajoya çalakiyê de divê hemû çalakvan li gorî planê tevbigerin û divê teqez nekevin hewldana rêbaza çalakiya şexsî.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dawiyê salvegera 45. a damezrandina PKK’ê jî li her kesî pîroz kirin û gotin:

Em ê têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.

PAJK: Rêber Apo bi avakirina PKK’ê ‘jin jiyan azadî’ afirand

Back to top button