HPG: LI XAKURKÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li dijî dagirkeriya Tirk li başûrê Kurdistanê gerîlayên azadiya Kurdistanê çalakiyên xwe zêde dikin.
Gerîlayan li Xakurkê wekî her car çalakî pêk anîn.
Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoerşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 11 Hezîranê li girê şehîd Derwêş çalakiyek pêk hat.

Di vê çalakiyê de çeperek hatiye rûxandin û 3 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Heman rojê hêzên Gerîla li dijî qereqola Tepê Ortê ya Çelêya Şemzînanê çalakiyek lidarxistiye.

Li vir jî bi xurtî li çeper û stargehên di hewşa qereqolê hate xistin.

Lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

9’ê Gulanê artêşa dagirker li qada Şehîd Cafer, Şehîd Welat û Çiyayê Sû-sûzê ya Dêrsimê operasyonek dagirkeriyê da destpêkirin.

Li vir kesê bi navê Şêxo Amed binasnav Şeyhmûs Ozdemîr piştî ku dîl ket destê artêşa Tirk de, bûye kontra.

Li gorî agahiyên ku vî kesî dane artêşa Tirk operasyona dagirkeriya xwe li qadên Mêrga Çepera û Mêrganê domandiye.

Ev operasyona dagirkeriyê bi qasî mehekê domiyaye û di 8’ê Hezîranê de artêşa Tirk qad bombebaran kiriye.

Li vir 5 gerîla şehîd bûn.

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 12 û 13 Hezîranê qada Xinêrê ya Xakurkê bomberdûman kiriye.

Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê doh jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di çalakiyên li Amed, Xakurkê û Serhedê de 24 leşker hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button