Bi însiyatîfa Rûsiyayê û bi sponseriya Tirkiyê duh li Idlibê agirbest hat ragihandin.
Lê ev agirbest weke hemû agirbestên berî xwe gelekî temen-kin bû.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê jî îro ragihand ku hêzên rejîmê bi 35 moşekan êrîşî nuqteyên qaşo yên çavdêriyê yên dewleta Tirk a dagirker kir.
Li gorî wezaretê ev êrîş plankirî bû.
Di encam de 3 leşkerên dewleta Tirk a dagirker birîndar bûn.
BALAFIRÊN RÛSIYAYÊ ÇETEYÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI IDLLLIBÊ BOMBEBARAN DIKE
Li aliyekî din jî diyar dibe ku êdî dewleta Tirk a dagirker dest bi tunekirina çeteyên xwe yên li Idlibê kiriye.
Balafirên Rûsiyayê li çend deverên Idlilbê komên çete yên dewleta Tirk a dagirker kirin hedef.
Der barê hedefgirtinê de Wezareta Parastinê ya Rûsiyayê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê ev hedefgirtin li ser daxwaza dewleta Tirk pêk hatiye.