PYD li Silêmaniyê civîneke berfireh li dar dixe

Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) li parêzgeha Silêmaniyê, sibê derbarê pirsgirêkên li her çar beşên Kurdistanê de civînek berfireh a siyasî dixe..

Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) wê sibe li parêzgeha Silêmaniyê bi beşdarbûna kesayetên siyasî, parlamenter, rojnamevan, çalakvan û rêxistinan civînek berfireh li dar bixe.

Di civînê de, wê li ser pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê nîqaş werin kirin.

Her wiha êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û Îranê, yekitiya neteweyî û yekîtiya partiyên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê jî dê bên nîqaşkirin.

Ji ber vê yekê PYD’ê bang li hemû alî û kesayetên siyasî kir ku li dijî metirsiyên li ser gelê Kurd, werin bibin yek deng û yek helwest.

Back to top button