Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 79’an didome

Ji Rojhilatê Kurdistanê heta Beluçistanê 12 heftene Serhildana bi pêşengiya jinan berdewam e.
Tevî gefên rejîma Îranê jî gel bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî li qadanin.
Li aliyê din heta niha zêdetirî 448 kes hatine kûştin û 18 hezar kes jî girtîne.

Xwepêşandan û çalakiyên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Kete roja 79’an.

Tevî êriş, kuştin, girtin û binçavkirinên dewleta Îranê, gel her roj bi dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî li qadan in.

Serhildan bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewame

Li Rojhilatê Kurdistanê welatiyên bajarê Qorwe ya ser bi parêzgeha Sine ya li dijî desthilatdariyê daketin kolanan û meş li darxistin.

Her wiha li gelek bajarên Sîstan û Beluçistanê yên weke Zahîdan, Çabahar û Teftan xwepêşandanên mezin hatin li darxistin.

Jinên Belûcî bi daxwaza mafê jinan daketin qadan

Di van xwepêşandanan de ji carên din cudatir, gelek jinên Beluçî beşdarî xwepêşandanan bûn û tundiya li ser jinan şermezar kirin.

Di xwepêşandanan de ji ber gulebarana raste rast a hêzên dewletê, gelek xwepêşander birîndar bûn.

Serhildan bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewame

Her wiha li bajarê Tehranê jî şêniyên Êkbatanê bi berzkirina dirûşmeyan piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî nîşandan û ji bo serbestberdana wan zextê bikin banga helwesta giştî kirin.

Heman demê de li bajarên Erak û Îze merasîma çileya du xwepêşanderan veguherî xwepêşandanê û dirûşmeyên li dijî desthilatiyê hatin berzkirin.

Li Bender Enzel jî merasîma oxirkirina cangoriyê serhildanê hebû, bi hezaran kes di merasîmê de hazir bûn û dirûşmeyên dijî dewleta Îranê berzkirin.

Ciwanê bajarê Gorganê jî bi molotofan cihê dewletê dan ber agir.

Di êrişa dewleta Îranê de zêdetirî 448 kesan jiyana xwe ji dest da

Li aliyê din li gorî bilançoya Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di xwepêşandanan de herî kêm 448 kes hatine kuştin.

Her wiha zêdetirî 18 hezar kes di xwepêşanderan de hatine girtin ku piraniya wan aqûbeta wan nayê zanîn.

Back to top button