HPG: 2 Dagirker hatin kuştin

HPG’ê diyar kir di çalakiyên hêzên wan de 2 dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên li qadên parastinê yên medya daxuyaniyek da..

HPG eşkere kir ku di çalakiyên hêzên wan yên li dijî arteşa Tirk a dagirker de 2 leşker hatin kuştin.

Li ser êrişên dewleta tirk yên li dijî qadên berxdwedanê jî HPG got:

Artêşa Tirk a dagirker; 7 caran bi balafirên şer, 22 caran bi helîkopterên êrîşê,

bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombebaran kiriye.”

HPG: Nasnameya Gerîlayeke şehîd eşkere kir

Her wiha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlaya wan Medya Ozgur şehîd bûye û got:

“Di pêngava şoreşgerî ya 25 Mijdara 2022’an de li girê Cudî ku derbên giran li dagirkeran hate xistin, hevrêya me Medya Ozgur şehîd bû.

Di vê pêngavê de hevrêya me Medya bi kedeke fedaî tevlî çalakiyê bû û mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt.”

Back to top button