Li Riha..Bajarên qedîm Soxmatar û Şûayîp bi bedewiya xwe hê jî balê dikişînin

Li navçeya Heranê bajarên qedîm Soxmatar û Şûayîp ji navendên dîrokî yên sereke yên Ûrfayê ne.
Ev bajar çendî bêxwedî hatibin hiştin jî, lê bi mîmariya xwe hê jî balê dikişînin.

Soxmatar ku navê xwe ji peyva “matar” a bi erebî tê wateya “baran” girtiye, li devereke wisa ye ku zivistanan gelek baran lê dibare.

Derdora Soxmatarê xaniyên bi keviran hatine çêkirin dorpêçkirî ye.

Li taxê gelek şikeft jî hene.

Têketina taxê peykerê xwedayê Heyvê heye û li cem vî peykerî, peykerekî din jî heye û li ser wan nivîs hene.

Ev bajarê qedîm çendî bêxwedî hatibe hiştin û neyê parastin jî, lê hê jî bi mîmariya xwe balê dikişîne û yek ji navendên dîrokî yên sereke yên Rihayê ye.

Ji bajarên qedîm ên li Heranê yek jê jî Bajarê Şûayîp e.

Şûayîp tê gotin ku di dema Romayê de hatiye avakirin.

Bajarê qedîm bi qasî 38 km dûrî navçeya Heranê ye û bi hewşên xwe yên sêgoşeyî balê dikişîne.

Li vir jî şikeft, gor û bermayiyên sûran hene.

Li vir du şikeftên bi hev ve girêdayî hene û herdû şikeft wekî şikeftên pîroz tên qebûlkirin..

Back to top button