Barzanî û Erdogan biryara dawî ya li ser êrîşên dijî gerîla dan

Naveroka civîna Barzanî û Erdogan li ser PKK’ê û plana êrişa li ser Başûrê Kurdistanê bû.
Ev civîn weke amadekriya dawî ya êrîşa hevbeş a li ser Başûrê Kurdistanê û gerîla tê binavkirin û tê gotin amadekariyên êrîşî temem bûne.

Serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh bi şandeyekê li Stenbolê li gel serokkomarê Tirk Tayip Erdogan û Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan civiya.

Tê gotin di civîna Erdogan û Mesrûr Barzanî de biryara dawî li ser êrişa li ser Başûrê Kurdistan û PKK’ê hatiye dayîn.

Derbarê naveroka civînê de Rojnamevan Ferda Çetîn li ser hesabê xwe yê Twitter nivîsî:

“Amadekariyên AKP û PDK’ê yên ji bo êrişa li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.

Piştî serdana Erdogan û Hulusî Akar ya ji bo xeta sinor û Geverê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî jî serdana Stenbolê kir.”

Rojnameya Haberler a Tirk di hejmara xwe ya îro de behsa naveroka civîna Erdogan û Barzanî kir û got, amadebûna Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan a di civînê de balkêş e û nîşana operasyona Tirkiye ya li ser PKK’ê ye.

Roja 12’ê Adara îsal jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûbû Enqerê, li gel Erdogan û Wezîrê Karê Derve Mewlud Çawuşoglu re civiya bû.

14 roj piştî vê serdana Nêçîrvan Barzanî Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di 26’ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker wê bi hevkariya PDK’ê êrişek li ser Başûrê Kurdistanê bide destpêkirin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev bang kiribû;

“Em bang li Parlementoya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin.

Em hemû gelê xwe û welatê xwe ji bo vê plana ku tê wateya tiştên xerab agahdar dikin û banga hestiyariyê dikin ku divê PDK tevlî vê plana qirêj nebe.”

Piştî eşkerebûna vê pilan û lihevkirina PDK’ê û dewleta Tirk ku dihat payîn di 15’ê Nîsanê de êriş destpê bikin, pilan hilweşiya û pilanek nû hat danîn.

Vê carê ji bo lihevkirina dawî ya li ser pilanê Mesrûr Barzanî çû Tirkiyeyê li gel Erdogan û Hakan Fîdan civiya.

Back to top button