Radyoya fransî RFI ragihand ku 4 balefirên tejî çete yên ji Sûrî bi rêya hewayî gihane lîbyayê.
Radyoya fransî RFI got:
“Agahiyên girêdayî gihaştina çeteyên sûrî yên ku Tirkiyê şande Lîbyayê li dû hev tên.”
RFI ev tişt jî ragihandin:
“Şirketa balafiran a lîbî ku xwediyê wê Ebdulhekîm Blihac ku li Tirkiyê dimîne, wan çeteyan ji Tirkiyê anîne Trablusê.
Bi armanca ku alîkariya komên çekdar ên hikumeta Wîfaq bikin. ”
Radyoyê destnîşan kir ku di rojên di navbera În û Yekşemê de 4 balafirên ku çeteyên sûrî ji Tirkiyê anîne daketin balafirgeha Maaîtîqa.
Ji aliyê xwe ve RÊveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di daxuyaniyek de ji RFI`yê re teqez kir ku 500 çeteyên sûrî bi rêya balafiran gihaştina Lîbyayê û hinek yên din jî ku li Tirkiyê ne li bendê ne ku derasî Terablusê bibin.
Her wiha sibe dewleta tirk ji bo şandina leşkeran a ji Lîbyayê re wê di meclisê de bêxe dengdanê.