Li Swîsreyê ji bo piştgiriya Mexmûrê çalakiyek hat lidarxistin

Ciwanên Kurd li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li Bernê ya paytexta Swîsreyê ji bo piştgiriya Mexmûrê çalakiyek li dar xistin û xwestin demek ji ya din zûtir, dorpêça li ser Mexmûrê were rakirin.

Ciwanan diyar kirin ku ew dorpêça li ser Mexmûrê qebûl nakin û li ber Konsolosxaneya Iraqê bi dirûşmeya ‘Mexmûr wargeha jiyanê ye, li dijî dagirkirina jiyanê serî hilde’ çalakî li dar xistin.

Bi daxuyaniyekî ciwanan anî ziman ku ew weke ciwanên Kurd gav paşde navêjin û wiha gotin:

“Em bi gelê xwe yê Mexmûrê re ne. Ev biryara gel e. Em ê li vir li ber xwe bidin.

Em ê jî wekî gelê Mexmûrê tevbigerin û em ê îradeya xwe teslîm nekin.”

Ciwanan bang li hikumeta Iraqê kirin dev ji wê dorpêça ku yek ji projeyên qirêj a dewleta Tirk e, berde.

Xantur Kara: NY şirîkê êrişa li dijî gelê Mexmûrê ye

Back to top button