Malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo ku hevdîtinê bikin, serî li dozgeriyê û girtîgeha Îmraliyê da.
Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha malbatên girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.
Malbatan bi rêya serdozgeriyê serî li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.
Ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.
Har carê jî serlêdanên parêzer û malbatên girtiyan bi hincetên cuda cuda tên redkirin.