Mirina Prigojin: Wagner wê li Belarûsê bimîne?

Piştî mirina Prigojin wê çarenûsa koma çekdarên Wagner ku bê serok maye çawa be?
Pirsa herî girîng ji bo welatên Yekîtiya Ewropî, ew e ku gelo Wagner wê li Belarûsê hebûna xwe bidomîne yan na ye.

Piştî ku rayedarên Rûsî piştrast kirin ku serokê koma Wagner a Rûsî Yevgeny Prigojin di balafira ketî de miriye, çarenûsa koma çeteyên li Belarûsê ketiye rojevê.

Serokê Belarûs Aleksandr Lukaşenko roja Înê diyar kir ku koma Wagner wê li Belarûsê bimîne û got:

“Wagner jiya, sax e û wê li Belarusê bijî”.

Piştî serhildana Wagner ya dawiya Hezîranê, Serokê Rûsya Vladimir Putin destûr da ku Prigojin û çekdarên wî bêyî ku bên darizandin biçin Belarusê.

Hebûna Wagner li Belarûs dibe sedema aloziyan li welatên Ewropaya Rojhilat, nemaze li Polonyaya cîran.

Welatên hevalbendên NATO yên Ewropaya Rojhilat, ya hêza Putin li ser vê komê dizane, ji rewşê bifikarin.

Lê karekî din ê kirêgirtiyên Wagner li Belarusê bihêzkirina destê Lûkaşenko ye ku NATO ji bo hêza xwe xeter dibîne.

Koma Wagner ku li gelek deverên cîhanê bi taybetî li Afrîkayê xwedî ezmûna pevçûnan e, beşdarî perwerdekirina leşkerên Belarûsî dibe.

Di vê çarçoveyê de tê gotin, ji 4 hezar heta 5 hezar endamên Wagner li welêt in.

Di wê demê de jî gelek axaftin dihatin kirin ku leşkerên Wagner ji bo ewlekariya çekên atomî yên Rûsyayê ku di meha Tîrmehê de li Belarûsê hatibûn bicihkirin, hatine erkdarkirin.

“Gotina dawî wê Moskowa bêje”

Pêşeroja hebûna Wagner a li Belarusê piştî mirina Prigojin di nav mijarên herî zêde welatên Rojavayî ji nêz ve lê temaşe dike ye.

Dîroknasê Ewropaya Rojhilat Alexander Friedman ji Zanîngeha Dusseldorfê bawer dike ku Wagner wê hebûna xwe bidomîne.

Friedman diyar kir ku Wagner a wekî “artêşa kirêt a Prigojin” derbasî dîrokê bû, pêşbînî dike ku ew şervan belkî bi heman navî li Afrîka û Belarûsê bimînin.

Lê êdî wê di bin fermandariya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de bin.

Ji Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Fînlandiyayê Grigoriy Nisnikov dibêje ku hebûna Wagner ya li Belarûsê ti armancek xwe ya tatîkî û stratejîkî nîne.

Nisnikov got,

“Tu îmkana Lukaşenko tune ku şûna Prigojin bigire û leşkerên Wagner bi rê ve bibe.

Ti îdiaya wî ya wiha tine.”

Nisnikov, pêşbînî kir ku çekdarên Wagner heta dawiya salê ji Belarusê derkevin.

Putin mirina Prigojin piştrast kir

Back to top button