Til Rifet hat topbarankirin.. Hejmareke mezin a lawiran telef bû

Artêşa Tirk a dagirker duh êvarî, navçeya Til Rifat û gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên herêma Efrînê topbaran kirin û bi dehan lawir telef bûn.

Artêşa Tirk a dagirker duh di saetên êvarê de, deverên ku sivîl, gov û cihên mirîşk û pez lê ne, kirin armanc.

Ev yek hemwextî topbarankirina, gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarxa, Kişte-ar, Elqemiyê û Kela Şewarxa yên navçeya Şera û gundê Soxenekê yê Şêrawaya Efrînê hat.

Nûçehihanê me ragihand ku di encama topbarana li ser Til Rifetê de, bi dehan pez û bi sedan mirîşkên şêniyên herêmê telef bûn.

https://youtu.be/FCdqqkUSD-E

Back to top button