ArtêşaTirk qada Dûpişkê ya Heftenînê bombebaran kir

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran qadeke Heftanînê bombebaran kir. 

Ajansa Firatê ragihand ku duh derengiya şevê, artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran qada Dûpişkê ya Heftanînê bombebaran kiriye.

Derbarê bomebaranê de, agahiyên zêdetir nehatine bidestxistin.

Beriya 2 rojan, komîteyek derbarê êrîşên dewleta Tirk raporek bi parlamena Başûrê Kurdistan re par ve kir û jê xwest ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin.

Dewleta Tirk, li herêma Lolanê sivîl bobebaran kir

Sivîlên ku li derdora Çiyayê Şekîf giya kom dikirin bûn hedefa obus û hewanên artêşa Tirk.

Hate ragihandin ku di êrîşê de hinek sivîl birîndar bûne, lê têkildarî hejmara birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hate diyarkirin ku gelek kesên ji gundên derdor bi dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk; berê xwedan cihê biyerê.

Back to top button