Wezareta Xezîneya Amerîkayê ceza li 2 kesên ku desteka darayî didan çeteyan DAIŞ’ê û li Sûriyê û Tirkiyê dimînin, birîn.
Li gorî daxuyaniya wezareta Amerîkî, kesê bi navê Farûq Hemûd hatiye cezakirin, ku şirketeke veguhestina pereyan bi rê ve dibir û desteka darayî û teknîkî dida DAIŞ’ê.
Wezaretê diyar kir ku kesê din jî bi navê Mihemed Eymen El-Rawî jî li Tirkiyê ye û alîkariya darayî û teknîkî dide DAIŞ’ê.