Serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tevî gefên hêzên dewleta Îranê jî didome.
Li ser banga çalakvanên siyasî û sivîl, îro li piraniya bajaran greva giştî destpê kir.
Her wiha çalakvanan ji bo tevlîbûna grev û çalakiyên giştî yên di roja 5, 6 û 7’ê mehê de bangawazî kirin.
Serhildan û çalakiyên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jin û xwandekaran di roja 81’an de ye.
Di rojên borî de çalakvanên siyasî û sivîl banga greva giştî li hemû gelên Îranê kiribûn.
Li ser bangê, îro danê sibehê, li piraniya bajaran welatiyan greva giştî destpê kir..
Wê girev 2 rojên din dewam bike.
Gireva giştî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir
Li bajarê Kirmanşan, Sine, Ciwanro, Pawe, Mahabad, Bane, Dîwander, Îlam, Dolan, Urmiye, Merîwan û gelek bajarên din, esnaf û kasibkaran deriyê dikanên xwe venekirin.
Li ser asta Îranê jî, li Tehran, Esfehan, Erak, Şîraz, Kirman, Beluçistanê û gele deverên din, welatî tevlî greva giştî bûn.
Li Tebrîzê jî welatiyan di çarçeveya pirotestokirina dewleta Îranê de deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.
Her wiha Çalakiyên Ajokarên barhilgiran jî li gelek bajaran didome.
Amadekaryên ku li gelek bajaran di 5, 6 û 7 mehê de xwepêşandanên mezin werin lidarxistin jî tên kirin. .
Rayedarên dewleta Îranê careke din gef li çalakgeran xwar
Li aliyê din, serokê dezgeha dadweriyê yê dewleta Îranê, careke din gef li welatiyan xwar û ew weke dijmin bi nav kirin.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku berê jî parlamanterên Îranê daxwaza darvekirina xwepêşandêran kiribûn û ev yek rastî nerazîbûneke tund a gel hatibû.
Dewleta Îranê li Rojhilatê Kurdistanê hêzeke zêde bicîh kiriye
Li Kurdistanê jî hêzeke dewletê ya zêde hatiye komkirin.
Gorî agahiyan, li Ciwanro, Mihabad, Bukan, Serdeşt, Pîranşar, Sinê û gelek bajaran, nuqteyên kontrolê yên leşkerî hatine zêdekirin.
Her wiha herî dawî jî li Herêma Mukriyanê sewqiyata leşkeran zêde bûye.