Rûsya ji bo Tacekîstanê çek û hêzeke nû dişîne

Belê di demekê ku Talîban amadekariya deshilata xwe ya li welat dike de, Rûsya jî hêzê li sînorê Efxanistanê Kom dike.
Rûsya ji bo Tacekîstanê çek û hêzên nû dişîne.
Wezîrê parastinê yê Rûsya Şoygu ji rewşa aloz ya li Efxanistanê DYA berpirsyar dît û got: Çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûrî û Lîbya jî di nav de ji her derê berê xwe didin Efxanistanê.

Di demeke ku li Efxanitanê êrdî rewş aloz dibe de, Rûsya li sînorê Kabûlê hêzê kom dike.

Rûsya, ji bo parastina sînorê Tacekîstan ya berê di nava Komara Sosyaslîst ya Soveyetê de bû, ketiye tevgerê.

Rûsya ragihand ku ji ber alozbûna rewşa li Efxanistanê ewê çek, cebilxane û hêza berperdehiyê ji Tacekîstanê re bişînin.

Ji bo vê yekê Moskowa di hefteya bê de, wê li gel Tacekîstan û Ozbekîstan yên li sînrorê Efxanistanê ne, tetbîqatekê pêk bînin.

Rûsya ragihand ku çekên ji bo Tacekîstanê werin şandin jî hatine amadekirin.

Şoygu: Çeteyên DIAŞ ên li Sûrî û Lîbya ber bi Efxanistanê ve diçin

Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygu anî ziman ku ew piştrast bûne, çeteyên DAIŞ yên li Sûriye, Lîbya û welatên din ber bi Efxanistanê ve diçin.

Sergey Şoygu di axaftina xwe ya ji rojnamevana re wiha got:

“Em hêvî dikin ku li Efxanistanê lihevkirin û agribesteke navnetewî pêk were.

Lê tevî Sûriye û Lîbya çeteyên DAIŞ’ê cihê xwe diguherin û ber bi Efxnistanê ve diçin.

Vê yekê jî pir bi awayekî rêxistinî dikin.

Wezîrê Rûsya ji alozbûna rewşa li Efxanistanê DYA tawanbar kir.

Di vê navberê de Talîbanê jî piraniya herêmên Efxanistan yên bi Tacekîstanê re ye, kontrol kiriye.

Back to top button