Li şehbayê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Efrînê karname li xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî belav kirin.
Îro li 68 dibistanên Şehbayê bi şahiyan, karname li ser xwendekaran hatin belav kirin.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Bêrîvan Xelîl diyar kir derdora 15 hezar xwendekarên kantona Efrîn, Şehba û gundên navçeya Şêrawayê karname girtin.
Bêrîvan piştrast kir ku topbarana dagirkeriyê li ser Şehbayê, bandoreke neyînî li xwendekaran kir, lê dîsa jî li gorî sala borî encam baş bûn.