Îbrahîm El-Qeftan: Ne kujer hatiye cezekirin û ne bersiv ji civaka navneteweyî hatiye

Îbrahîm El-Qeftan Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê, eşkere kir ku dewleta Tirk berpirsa şehîdxistina sekretera partiya wan Hevrîn Xelef e.. El Qeftan bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku kujeran ceza bike û sînorekî ji dewleta TIrk re deyne.

2 sal li ser şehadeta Sekretêra Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelefre derbas dibin.

Ji wê çaxê û heta niha bangên ji bo cezakirina kujerên Hevrîn ranewestiyane.

Ne kujerên wê hatin cezakirin û ne sûcên mîna wan bi dawî bûn û ne jî helwestek cidî ji civaka navneteweyî derketine.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan, li ser vî sûcî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk kujerên Hevrîn diparêze.

Îbrahîm El-Qeftan da xuyakirin ku ew heta niha vê mijarê li qadên navneteweyî dişopînin û got

“Dewleta Tirk di hemû waran de li Sûriyê, Lîbya û Azerbaycanê destekê dide terorê û ew berpirsa hemû xerabiyê ye, divê civaka navneteweyî sînorekî jê re deyne.”

El-Qeftan destnîşan kir jî ku hikumeta Şamê xwe tenê dispêre dewletên derve, gelê Sûriyê paşguh dike û wiha domand:

“Çareseriya vê, di hevgirtina gelê Sûriyê û diyalogên siyasî di navbera Rêveberiya Xweser, hikumeta Şamê û heta Tirkiyê de ye.

Di vê derbarê de jî MSD’ê amadekariya xwe nîşan da.”

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan dawiyê bang li Rêxistinên Mafên Mirovan kir da ku kujeran ceza bikin.”

12’ê Cotmeha 2019’an Sekretêra Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 rastî êrîşa komên çete yên dewleta Tirk tê û bi awayekî hovane tê şehîdxistin.

Back to top button