
Duşemê, gera 5. a danûstandinê komîteya Destûrî ya Sûrî li Cinêvê wê were lidarxistin.
Nûnerê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen, berî gera 5. a danûstandinan hişiyarî da û texmîn kir ku aramî hilweşe.
Duşemê, gera 5. a danûstandinê komîteya Destûrî ya Sûrî li Cinêvê wê were lidarxistin.
Komîteya destûrî encama lihevkirina garantorên Astanayê ye.
Ev garator jî, di serî de dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Sûrî sûcên şer pêk tîne û Rûsya ji xwe re temaşeker maye.
Her rê li ber zêdegaviyên dewleta Tirk jî, vedike.
Heta Rûsya ji bo çaraseriya aloziya sûrî ti proje û çareserî li cem tine, tenê ev garantor dixwazin xaka sûriyê li hev par bikin.
Ji lewma Komîteya destûrî ji berê ve û heta niha jî di bingeh û encamên xwe de binketî ye.
Geir Pedersen berî gera 5. Hişyarî da
Nûnerê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen, berî gera 5. a danûstandinan di kongreyek çapemeniyê de hişiyarî da.
Pedersen dibîne ku tevî 10 mehên dawî herî aram bû ji aloziya Sûriyê, di eniyên pêş de guhertin çêbûne û lê di kîjan kêliyê de wê rewşa jihev bikeve.
Pedersen anî ziman ku komîteya destûrî nikara dûrî hin faktorên din kar bike û îşaret bi girîngiya hevkariya navdewletî û danûstandinên rastîn ku hemû aliyên cûda û nerînên xwe bînin ziman.
Lê gelek gerên Komîteya destûrî pêk hatin û tê de nûnerên gelê Sûriyê yên rastîn beşdar nebûn, bi taybet nûnerên 5 miylon ên bakur û Rojhilatê Sûrî paşguhkirin..
Sedema dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî veto ya Tirkiyê ye.
Gera 4. a civînên komîteyê 4’ê kanûna sala borî bi dawî bû bê ku ti encamên şênbe bi dest bixe û komîte bê çara ma.
Komîteya Destûrî temenê hikûmeta Şamê dirêj dike
Hevserokê MSD’ê Riyad Derar destnîşan kir ku komîteya destûrî binketî ye û temenê hikumeta Şamê dirêjtir dike.
Berî du rojan jî, desteya danûstandina Sûrî ya Pedersen, Rûsya û dewletên din ên herêmî ji ber destwerdana Tirkiyê di birînaran desteyê û biryara siyasî bi giştî aciziya xwe anîbûn ziman.