Hevseroka meclisa Deşîşa û cîgira wê hatin kuştin

Roja Înê Hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir a Deşîşa ya Şedadê û cîgira wê piştî ku ji aliyê kesên nenas ve hatibûn revandin û duh jî her du jin kuştî hatin dîtin. Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê ev sûc şermaezar kir û şermezar kir û eşkere kir ku di radeya yekemîn de îradeya jinan kirin armanc.

Li dijî gelên herêmê, bi taybet jinên ku roleke sereke di rêxstibûna herêmê de dilîzin, êrîş zêde dibin.

Roja Înê bi şev, Hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê navçeya Deşîşa ya başûrê Hesekê Seda Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatin birin.

Duh jî her du jin ji aliyê kesên nenas ve bi guleyan hatin kuştin.

Kuştina Seîde û Hindê armancgirtina îradeya jinan e

Li dijî vî sûcî Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek da û kuştina van her du jinan şermezar kir.

Koordînasyonê destnîşan kir ku ev sûc di radeya yekemîn de îradeya jinan dike armanc û anî ziman ” Jin beşdarî hemû qadên xebatê bûn, hebûna xwe îsbat kirin, roleke çalak di civakê de lîstin û li dijî zihniyeta desthilatdar û zîhniyeta baviksalar tê koşiyan, lê belê tevî vê berxwedan û têkoşînê jî ku li seranserê cîhanê deng veda, hîna jin rastî sûcên kuştin, revandin, tundî û hemû cureyên êrişan tên.”

Di dewama daxuyaniyê de koordînasyonê destnîşan kir ku “Armanca wî sûcî têkbirina ewlehî û aramiya ye û belavkirina tirsê di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.”

Koordînasyona Kongreya Star sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û bang li hemû xebatkaran kir ku li hemberî hemû planên qirêjî yên îrade û azadiya jinan dikin armanc, hişyar bin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate tekezkirin ku li hemberî faşîzma Tirk û binpêkirinên hikumeta AKP`ê wê berxwedan û têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê dewam bikin.

Back to top button