Çalakvanên Qeladizê: 15’ê Tebaxê rojek çarenûsî bû

Li Başûrê Kurdistan şêniyên navçeya Qeladizê û Koye diyar kirin ku 15’ê Tebaxê cejna ku hemû hêvî û armancên Kurdan têde hene ye û ev pêngav metirsiyên li ser gelê Kurd yên weke tunekirinê ji holê rakir.
Ciwanên navçeya Ranyayê jî diyar kirin ku ewê li ser şopa fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) li dijî dagirkerên kurdistanê têbikoşin.

Li Başûrê Kurdistanê cejna vejînê bi çalakiyên cûda hate pîroz kirin.

Têkildarî girîngiya pêngava 15’ê tebaxê şêniyên Qeladizê axivîn û vê rojê weke xilasbûna kurdan ji qirkirinê pênasekirin

Yek jî welatiyê Qeladizê Rehman Hisên da zanîn ku şoreşa 15’ê Tebaxê metirsiyên li ser gelê Kurd yên weke komkujî, koçberî ji holê rakir.

Rehman Hisên di dewama axaftina xwe de got:”

“15’ê tebaxê di dîroka Gelê Kurd de şoreşek geş û pêla yekem ya agir bû ku heya niha jî li dijî dijmin dewam dike..

Divê hemû Kurd bi ruhê 15’ê Tebaxê dijî dagirkeriya dewleta Tirk ku metirsiyek mezine, raweste.

Çawa dagirker dijî me zilm û zordariyê dikin, divê em jî bi heman awayî bersivek bidin.”

Çalakvan Elî Qadir jî li ser heman mijarê destnîşankir ku Şoreşa bi pêşengtiya heval Egîd destpêkir, îro gihiştiye îradeyek bi pola û wê bi teqez serbikeve.

“Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re gelê Kurd carek din derket ser dika dîrokê”

Çalakvan û çavdêrên navçeya Koye Casim Kuwêxa jî derbarê heman mijarê de axivî û ev nirxandin kir:

“Di nava ev qas dijminan de ger Pêngava 15’ê Tebaxê pêknehatiba, wê zûda Kurd tine bibûyan. Bi saya vê pêngavê îro kurd hene.”

Welatiyê bi navê Herêm Hatim jî derbarê heman mijarî de diyar kir ku piştî derketina Pêngava 15’ê Tebaxê êdî li Tirkiyeyê hat zanîn ku netewek bi navê Kurd û welatek bi navê Kurdistan heye.

Herêm di dawiyê de wiha anî ziman:

“Di demekî ku em vê rojê pîroz dikîn de, hinek partiyên Başûr bûne hevkarê dewleta Tirk.Ev tiştek cihê şermê ye ji bo noker û xwefiroşan. Divê PDK dev ji xiyaneta xwe berde.”

Ciwanên navçeya Ranya a Silêmaniyê: Ji xiyanetê re bêjin bes

Li navçeya Ranya ya parêzgeha Silêmaniyê jî ciwanan cejna vejînê pîroz kir û ciwanê bi navê Ehmed Mihemed bi boneya rojê axivî û got:

“Em soza xwe ji bo Rêber Apo û her Kurdekî didin ku heta azadiya Rêber Apo û Kurdistanê pêk bê ewê bi ruhê fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) têbikoşin.

Ehmed bang li gelê kurd kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker têbikoşin.”

Şêniyên Mexmûrê bi şahiyekê 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Back to top button