Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û Gundewarê wê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Sewsen Xelîl daxuyanî xwend û got:
“Em malbatên şehîdan li ku derê bin em ê meş û civînan li dar bixin.
Em ê nameyan bişînin da ku dengê xwe bighînin saziyên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl û kesên xwedî vîjdan.
Her wiha em bang li CPT′yê dikin ku erkên xwe li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêbertiya me bi cih bîne.”
Di dewama daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Apo hat şermezarkirin û wiha hat gotin:
“Kiryarên dewleta Tirk a dagirker îsrar û îradeya me ya ji bo rakirina tecrîdê û serxistina projeya me ya demokratîk zêdetir dike.”



