Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê encamnameya konferansa xwe ya li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker, pêkanî bû, eşkere kir. KNK’ê di encamnameyê de bang li tevahi Kurdan kir ku bibin yek dest û li rex şervanên azadiyê mil bi mil dagirkeriyê têk bibin.
Dewleta Tirk a dagirker ji 24 Nîsanê ve li dijî herêma Zap, Avaşîn û Metînayê bi armanca qirkirina Kurdan, êrîşine dijwar pêk tîne.
Niha li wan herêman şerekî giran rû dide û gerîla bi qehremanî li ber xwe didin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê jî girêdayî vê yekê, encamnameya konferansa xwe ya 15 Gulanê ya der barê êrîşên dagirkeriyê de eşkere kir.
KNK’ê di encamnameyê de ev bang kirin:
- Em li dijî dagirkeriyê bi hemû derfetên xwe radiwestin û li gel hêzên parastinê, cihê xwe digirin.
- Ji bo tifaqa navxweyî, em banga yekîtiya neteweyî dikin û divê xebateke xurt a dîplomatîkê ya hevgirtî ya nîştimanî were kirin.
- Em banga seferberiya neteweyî û nîştimanî li Kurdistaniyan dikin ku bi şev û roj di nava çalakiyan de bin û li gel hêzên berxwedêr rawestin.
- Divê Serokatî, Parlamen û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hember êrîşên Tirkiyê derkevin û artêşa Tirk ji xaka herêmê derxin.
- Divê dewleta federal a Iraqê peymanên derbaskirina sînor ên digel Tirkiyê îmzekirî yên çaxa Sedam betal bike û li dijî Tirkiyê tedbîrên pratîkî bistîne.
- Divê Komkara Erebî, NY û YE li hember êrîşên Tirkiyê bêdeng nemînin û helwestê nîan bidin.
- Em bang li Kurdistanî û dostan dikin ku kelûperên Tirkiyê boykot bikin.
- Em li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirkî careke din dubare dikin û dibêjin ku parastina Zap, Avaşîn û Metînayê, parastina hemû Kurdistanê ye.
Lewre divê partî, rêxistin, sazî û kesayetên Kurdistanî jî heman helewstê nîşan bidin.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad: Rojên bê wê heyet bên avakirin
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad jî têkildarî konferansa Helwesta Netewî a KNK’ê ji ANF’ê re axivî.
Zeyneb Mûrad anî ziman ku Tirkiye dijî Başûrê Kurdistanê xwedî planên berfireh e ji bo wê jî divê her kes xwedî li berxwedana gerîlayan derkeve.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku komxebata helwesta neteweyî ya dijî dagirkeriya Tirkiyê gava destpêkê bû û got ku rojên bê wê heyet bên avakirin û di nava Kurdan û navneteweyî de hevdîtinan bikin.