Li Kerkûkê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê liv û tevgera xwe ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê didomînin. Li dijî tevgera wan jî operasyon pêk tên. Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê ragihand “di encama operasyonekê li Kerkûkê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.” 

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand “hêzên Iraqê piştî agahiyên îstîxbaratî, li Kerkûkê operasyonek pêk anî.”

Şaniyê eşkere kir di vê operasyonê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li ser devera ku çeteyên DAIŞ’ê lê hatine kuştin jî, şaneya Iraqê ti agahî bi par ve nekirin.

Tenê hat gotin operasyon li Kerkûkê pêk hatiye.

Demek bû, li Iraq û Başûrê Kurdistanê, tevgereke zêde ya çeteyên DAIŞ’ê hebû.

Di encama êrişên wan ên dawî de, bi dehan bûbûn qurban.

Back to top button