Ji bo sala nû ya 2022 bibe sala xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî, îro li ser malperên civakî pêngavek dest pê dike. Pêngav jî bi navê “Bi Kurdî” hatiye ragihandin.
Armanc jê jî ew e zimanê Kurdî zêdetir were bikaranîn û bibe zimanê jiyanê.
Ev kampanya ji aliyê rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanên ji Rojavayê Kurdistanê ve hatiye ragihandin.
Pêngav bi navê “Bi Kurdî” wê were destpêkirin.
Biryar e îro li ser malperên civakî se’et 19’an destpê bike.
Ji bo sala 2022`yan bibe sala xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, ev kampanya pêk tê.
Zimanhez bi vê gavê dixwazin zimanê kurdî li hemû warên jiyanê bêhtir cihê xwe bigire.
Yek ji wan armancan jî ew e belavokên tên weşandin û biryarên Rêveberiya Xweser bi zimanê Kurdî bin.