Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê bi meşekî tecrîd şermezar kir

Ciwanên Kurd, li Marsîlyayê jî ji bo balê kişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek meşalaleyî li dar xistin.

Ciwanên Kurd, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê meşeke meşaleyî li dar xistin.

Meşa Ciwanan, doh êvarê li navenda bajarê Marsîlayê pêk hat.

Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kirin.

Piştî meşê ciwanan daxuyaniyek dan û gotin.

Niha li Kurdistanî şereke dijwar rû dide.
Tecrîdeke giran li ser Rêber Apoye û ev demeke dirêje agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Li hember vê tecrîdê civaka navneteweyî bêdeng e.

Lê divê herkes bizanibe wê hêza kurdan dawî vê tecrîd û bêdengiyê bîne”

Back to top button