Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser heremê didomîne Artêşa dagirker îro careke din gundewarên Kobanê, Til Temir, Şêrawa ya Efrînê bombebaran kir.
Di seatên piştî nîrov de, artêşa Tirk a dagirker gundên Qeremox, Çebeliyê, Salûkê, Zormixar û Şêxler ên Kobanê topbaran kirin..
Her weha di nava rojê de, bi domdarî dagirkeran gundên Meyasê, Keştiar û Bênê yên Efrîna dagirkirî jî topbaran kir.
Gundê Til Leben û Til Cuma yê Til Temirê jî dan ber topban.
Gundên Kobanê, Şêrawa, Til Temir, Girê Spî hatin topbaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker gundê Til Leben ê navçeya Til Temirê bi obîsan topbaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker gundên Salok ê Girê Spî, gundên Hoşan, Dibis, Fatse û Xalidiyê ên Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kir.
Li gorî agahiyan di topbarana li ser gundê Salûk ê başûrê rojavayê Girê Spî de birca peywendiyan rasterast kir hedef.
Di encamê de intnernêt û peywendî li ser herêma gundewarê kantonê hat qutkirin.
Di seatên piştî nîrov de, artêşa Tirk a dagirker gundên Qeremox, Çebeliyê, Salûkê, Zormixar û Şêxler ên Kobanê topbaran kir.
Her weha gundên Meyasê, Keştiar û Bênê yên navçeya Şêrewa jî topbaran kir.
Dagirkeran gundê Til Leben û Til Cuma yê Til Temirê jî dan ber topban.