CPJ: Rojnamevanan bi terorîzmê sûcdar nekin

Komîteya Parastina Rojnamevanan(CPJ), bang li dewleta Tirk kir ku xebatkarên çapemeniyê hew bi “terorîzmê” sûcdar bike û rojnamevanên girtî berde.

Desthilata Tirkiyê bi hinceta terorîzmê îro li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi dehan rojnamevan girtiye.

Herî dawî di 8’ê hezîrana 2022’an de dewleta tirk 16 rojnamevanên ragihandina azad girtin û doh îdanameya derbarê rojnamevanan weke endamê rêxistinê tohmetbar dike qebûl kir.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi daxuyaniyekê bertek nîşanê sûcbarkirina rojnamevanan bi “endamtiya rêxistina teror” da û got:

“Divê rayedar van sûcbarkirinan betal bikin, hemû rojnamevanên ji ber ku bi karê xwe rabûne û girtine, serbest berdin û rojnamevaniyê hew bi terorîzmê sûcbar bikin.”

CPJ’yê da xuyakirin ku ji bo wergirtina şîroveyê têkildarê rewşa heyî, e- posta ji Serdozgêriya Komarê ya Enqereyê û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re şandine, lê bersiva wê nehatiye dayîn.

Back to top button